Li 2 bajaran li dijî PKKê operasyona hevdemî hat kirin: Derheqê 25 kesan de qirara binçavîyê
Li Stenbol û Wanê li dijî PKKê operasyonek hevdemî hat lidarxistin, di encama operasyonê de ji 25 kesên ku derheqê wan de qirara binçavîyê hatibû dayin, 20 kes hatin qefaltin.
![Li 2 bajaran li dijî PKKê operasyona hevdemî hat kirin: Derheqê 25 kesan de qirara binçavîyê](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ylbzzqmT7GMrXeK8vLYigqIawGQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/07/li-2-bajaran-li-diji-pkke-operasyona-hevdemi-hat-kirin-derheqe-25-kesan-de-qirara-bincaviye-5477ccc0.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat destnîşankirin ku şikdarên hatine qefaltin ji rêxistinê re alîkarîya maddî dikirin û ji bona ku çalakî bikin jî lêgerînan dikirin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di encama lêgerînên ku di edresan de hatine kirin de gelek melzemeyên dîjîtal û dokimanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Ji bona wan 5 sûcdarên fîrarî jî xebatên lêgerînê berdewam dike. (ÎLKHA)