Êrîşên li hember perwerdehîya zimanê zikmakî a bi Kurdî berdewam dikin

Serokê Partîya Memleket Muharem Înce di bernameya ku beşdarî bû de destnîşan kir, zimanê Kurdî ne li gorî pedegojîyê ye.

Ekleme: 05.06.2021 15:05:34 / Güncelleme: 05.06.2021 15:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Înceya ku berî niha mafê  perwerdehîya zimanê zikmakî a bi Kurdî diparast, berî vêdu rojan beşdarî bernameyeke ku di televîzyoneke taybet de hat weşandin bû û derheqê perwerdehîya bi zimanê zikmakî a bi Kurdî de gotinên sosret kir.

Înce di gotinên xwe de destnîşan kir, zimanê Kurdî ne li gorî pedegojîyê ye.

Înceyê ku berî niha di hilbijartinên serokomartîyê de bûbû namzed destnîşan kiribû “Em ji hemû kesan  re 3 zimanan hîn bikin. A ewil zimanê Tirkî, ya duyemîn zimanê ku însan pê bi dayika xwe diaxivin û ya sêyemîn jî zimanekî gerdûnî.” Ev daxuyanîya nû ya Înce, cardin helwest siyasetê ya li hember zimanê Kurdî anî bîran.

Ji ber van gotinên Înce li ser tora medyaya civakî gelek bertekên tund jê re hatin nîşandan.(ÎLKHA)