Wezîrê Edaletê: 3 mahkûm ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Abdulhamîd Gulê Wezîrê Edaletê destnîşan kir “Di 5 girtîgehên vekirî de bi 17 mahkûman re Coronavîrus hat tespîtkirin. 3 mahkûm ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan û di wan girtîgehên girtî de li rasta vîrusê nehatiye.”

Ekleme: 13.04.2020 16:30:13 / Güncelleme: 13.04.2020 16:30:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gul di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 5 girtîgehên vekirî de bi 17 mahkûman re Coronavîrus hat tespîtkirin, di pêvajoya tedawîyê de 3 mahkûm ji ber vîrusê canê xwe ji dest  dan û ji 14 mahkûman rewşa 13an baş e û yek jî di lênerîna awarte de tê tedawîkirin. Testa 14 hakim û dozger, 79 personelên girtîgehê, 32 personelên edlîyê, 34 personelên Sazîya Tiba Edlî pozîtîf derket.”(ÎLKHA)