31 hezar lître sotemenî hat bidestxistin

Li Rihayê di bergeha micadeleya bi bûyerên qeçaxvanîyê de 31 hezar lître sotemenî hat bidestxistin.

Ekleme: 09.01.2020 11:25:06 / Güncelleme: 09.01.2020 11:25:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li Rihayê di bergeha micadeleya bi bûyerên qeçaxvanîyê de 31 hezar lître sotemenî hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Cendirmeyan a Bajara Rihayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 3ê Çileyê de li Bêrecûka Rihayê  di encama operasyona ku hat lidarxistin de 31 hezar lître sotemenî hat bidestxistin û kesekî ku têkilîya wî bi bûyerê re hebû jî hat binçavkirin.(ÎLKHA)