Îsal hêvîya cotkaran ji palehîyê zêde ye

Cotkarên ku dibêjin barana îsal ya li herêmê bariya bereketê da erdê, gotin ku hêvîya wan ji palehîya îsal zêde ye.

Ekleme: 21.04.2024 13:05:22 / Güncelleme: 21.04.2024 13:05:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cotkarên Diyarbekirê ku nirxandina tesîra baranên îsal yên li herêmê li ser mahsûlên erdê weke genim û cehan dikirin, gotin ku îsal bi xêra baranên barîya mesrefên sondaj û ceyranê çênabe.

Ji cotkarên Çinarê Mehmet Solmaz jî diyar kir ku ji ber xebatên sondajê ya ji ber barana ku sala çûnê zêde nedibariye wan fatûreyên zêde yên ceyranê didan, destnîşan kir ku îsal hêviyên wan ji palehîya zêde heye.

“Baran zêde barîya, hêvîya me zêde ye”

Solmaz got ku ji ber baranên zêde heta niha bi pirsgirêka sondaj û ceyranê re mijul nebûne. Solmaz gotinên xwe wisa domand:

“Elhemdulîllah îsal siqintîyê çiftçîya pirin. Îsal baran gelek barîya. Ji ber wê jî hêvîya me zêdeye. Em dixwazin, Xweda teala jî înşallah wê bide. Îsal em bi derdê avdanîyê, sondajê û ceyranê înşallah nabînin. Şikr ji Xweda re, me heta niha wê te’ba nedîye. Xweda teala baran gelek barand. Em dîbên înşallah randimaneke xweş wê çêbibe. Hêvîya me ji Rebbê alemê ye û em dibên wê baş be.”

Solmaz di dewama gotinê xwe de got ku, “Salê çûyî ê avdayî baş bû, lê yên din pir hindik bû. Ên avdayî navbeyna 500-600 ton hebû, ên ne avdayî di navbeyna 200-250 ton de hebû. Îsal em dibên bi îzna Xweda giştik wê weke hevbin. Teqrîbî 400-500 ton wê hebe.”

“Pirsgireka me tenê zêde bûna bihayên toxim, mazot û îlacan e”

Ji cotkaran Muhammed Solmaz jî diyar kir piştî ku bihaya firoştinê bigihêje hêviyên wan ew ê karibin deynên xwe yên ji ber lêçûnên berê hatine berhevkirin, bidin. Solmaz got ku,

“Sala çûyî mesrefeke zêde bû. Baran tune bû û şilî kêm bû, heqê ceyranê bû karkerî bû. Îsal elhemdulîllah baran heye. Toxim behaye, mazot behaye, îlac behaye ji xeyrî wê em îsal wek go heqqê ceyranê nadin û wê laşê me rehet be çimkî karkerî tune ye. Lêçûn li gor firotin û behayê mehsûle. Randiman înşallah wê îsal baş be. Siqintîya me ma îjarê firotina wê. Eger îsal firotina wê jî baş be înşallah emê deynê xwe yên sala çûyînê bigirin. Emê pera gişî têxin deyna. Eger fîyetê wê ne başbe çika randiman baş be jî xwe dernaxe. Çimkî toxim behaye, mazot behaye, îlac behaye, zibil behaye. Salê çûyîn ez ne şaş bim 8,5-9 bû fiyetê wê. Ceh li dora 6an bû. Îsal eger bi 12-13an bê firotin wê xwe derxe înşallah. Em 14-15 wan dixwazin lê li gor texmîna min wê 12-13 bidin.” (ÎLKHA)