Êlih ji bo bernameya “Mewlida Nebî” amade ye

Temamê hazirîyên ji bo bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” dê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin, hatin temamkirin.

Ekleme: 21.04.2024 12:05:23 / Güncelleme: 21.04.2024 12:05:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ew ê îro ji teref  Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Êlihê bernameta Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” bê lidarxistin. Amadehîyên ji bo bernameyê tev qedîyan û cihê bernameyê û temamê bajêr bi pankart û afîşan hat xemilandin.

Ew ê bernameya îro di seat 14.00an de li kêleka otogarê bê lidarxistin û ew ê bernama li ser ekranên Rehber Tv û medyaya civakî zindî bê dayîn.

Ji bo xelq karibe bi rihetî ji çar alîyê bajêr ber bi qadê ve were wesayîtên bêheq hatin eyarkirin.(ÎLKHA)