2 rojnamevanên din jî hatin qetilkirin
Îşxalkerên siyonist li Xazzeyê 2 rojnamevanên din ên bi navê Yunis Zeytûnîyye û Muhemmed ‘Ebdulxaliq qetil kirin. Ji 7ê cotmehê vir ve hejmara rojnamevanên ku hatin qetilkirin bû 103
Îşxalerên siyonist û terorîst hêj li Xazzê rojnamevanan qetil dikin.
Di encama êrîşên siyonistên terorîst de li Xazzê 2 rojnamevanên din jî şehîd bû.
Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xazzê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin îşxalkerên siyonist li Xazzeyê 2 rojnamevanên din ên bi navê Yunis Zeytûnîyye û Muhemmed ‘Ebdulxaliq qetil kirin.
Hat îfadekirin ji 7ê cotmehê vir ve hejmara rojnamevanên ku hatin qetilkirin bû 103.
Siyonistên terorîst û îşxalker ji bo zilm û zordarîya ku ew li Xazzê û li ser axên îşxalkirî tên kirin dinya pê nehesê bi qesdî rojnamevanan hedef digrin û wan şehîd dikin.(ÎLKHA)