• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serê du seatan carekê dayikek tê qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî derbarê zilm û wehşeta ku li Xazzê tê kirin de  daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku tê de  bal hat kişand li ser wehşeta ku li Xazzê tê kirin de hat îfadekirin li Xazzê serê du seatan carekê dayikek tê qetilkirin

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji bo zarokan stargeha ewlehî dayikên wan in ku ew jî di êrîşên ku tên kirin de tên qetilkirin, lazim e demildest agirbest bê îlankirin

Neteweyên Yekbûyî diyar dike li Xazzê nêzî 50 hezar pîrekên ducanî hene. Dîsa li gorî daxuyanîya Ajansa Xebat û Alîkarîyê ya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî li Xazzê rojane 180 dayik zarokên xwe tînin dinyayê.

Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xazzê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin pîrekên bi heml ên ku di destên wan de ala spî hebû û her wisa siwîlên din ên ku di destên wan de ala spî hebû ji teref siyonistan ve hatin qetilkirin ku ew zêdetirî 137 bûyerên wisa bi belge kirin.

Li gorî çavkanîyên Filistînî û Neteweyên Yekbûyî di encama êrîşên hovane yên ku ji 7ê cotmehê vir ve dest pê kirin de zêdetirî 20 hezar û 500 filistînî şehîd bûn ku exlebeyê wan zarok û pîrek in.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir