• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Edene ji bo Fîlîstînê meşîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşxalkerên ku du mehan zêdetir e li Xezzeyê qetlîaman dike, ji teref sazîyên civakî yê sîvîl ve li Edeneyê hatin şermezarkirin.

Bi sedan mirovên ku beşdarî çalakîyê bûn, ji Fîlîstînê re peyama destekê dan.

Meş, li Edeneyê di seat 13.00an de di Meydana 5 Ocakê de dest pê kir.

Mirovên ku heta Meydana Îstasyonê meşîyan, di dema meşê de siloganên “îsraîlê qatil ji Fîlîstînê derkeve, îsraîlê qatîl û Emrîqayê hevkarê wî, Xelkê Fîlîstînê ne tenê ye.” gotin û tim û tim tekbîran anîtin.

Qelebalixa ku di dawîya meşê de li Parqa Înonuyê kom bûn ji ber piranîyê di parqê de cîh nema.

Bername bi duakirina ji bo Fîlîstînê dawî bû. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir