• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Netanyahu: Ji îsraîlê re ji derve çek tên şîyandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Netanyahu weha got: “Em ji herba bejayîyê re hazirîyê dikin. Ez ê hûrgilîyên derheqê wê kengê bê kirin û çawa bê kirin de agahîyan nedim. Wê derheqê hesabên em li ser nirxandinan dikin de jî agahîyan nedim.”

Netanyahu diyar kir ku ji wan re ji derve ve çek tênê şîyandin, “Em ê vêya bi çekên zêdetir bidomînin. Em welatîyan teşwîq dikin ku bila çekan bikarbînin encax vê tiştê jî di bin kontrolê de dikin.”

Netanyahu di dawîya axavtina xwe de weha got: “Niha dem hatiye ku em ji bo yek armancê werin ba hev: bi lez pêş ve biçin da ku bigihîjin serkeftinê. Bi hêza xwe ya kolektîf û baweriya xwe ya kûr a rastdariya xwe û bêdawiya gelê Cihû, em ê pêxembertiya Îşaya ya li dijî HAMAS bibînin. 'Êdî li welatê we nûçeyên tundûtûjî, talan û wêrankirina li ser sînor namîne. Hûnê ji dîwarên xwe re bêjin rizgarî, û ji deriyên xwe re jî bêjin pesn’ (Îşaya 60:18).” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir