• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Mêrdînê kêliya lihevketina otomobîl û motorsîkletê di kameraya ewlehiyê de hat kişandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li çarrêya Kolana Sakarya û Kolana Akasya ya Meheleyê Selahaddîn Eyyûbî ya navçeya Nisêbînê pêk hat.

Di dîmenên ku ji teref kamerayên ewlehiyê hatin kişandin de tê dîtin ku otomobîlek li kuçeyê ajot û bi motorsîkleteke ku ji kuçeyê derketiye û du kes tê de bûn li hev dikeve.

Ajokarê otomobîlê û welatiyên derdorê ji bo 2 kesên ku di encama qezayê de li erdê ketin bi lez û bez mudaxele kirin.

Birîndar bi ambûlansê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir