• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
El Cezîre, şehdîkirina malbata muxabîrê Xezzeyê şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de weha hat gotin, “Medyaya El Cezîreyê, kuştina malbata Waîl Ed-Dahduh li Xezzeyê şermezar kir. Em ji hemmesleke xwe Waîl ed-Dahduh ku di êrîşa îsraîlê de malbata wî hatîye kuştin re tezîyeyên xwe dişînin. Êrîşa hêzên îsraîlê yên ku cudahîyê nakin, bû sedema mirina pîrek, kur û qîza Dahduhê, yên ku ji malbata wî mane jî di bin kavilan de ne.”

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Piştî banga serokwezîrê îsraîlê Bînyamîn Netanyahu ku gotibû bila hemû sîvîl biçin li alîyê başûr malbata Dahduh jî ji xwe re cîhekî gerîyabûn lê mala wan yê di Kampa Mîltecîyan a Nuseyratê de hat hedefgirtin. El Cezîre, ji ewlehîya hemmeslekê xwe yê li Xezzeyê endîşe dike û meqamên îsraîlê ji ewlehîya wî mesul digrin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir