• DOLAR 32.393
  • EURO 34.672
  • ALTIN 2392.287
  • ...
Ji welat û sazîyan derheqê êrîşa li nexweşxaneyê de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Serokwezîrê Îtalyayê Antonîo Tajanî li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyand û di daxuyanîya xwe de weha got, “Ez ji ber mirîyên di Nexweşxaneya el-Ehlîla li Xezzeyê di nav êş û dehşetê de me. Parastina xelkê sîvîl, di dema pevçûnê de jî mitleqe pêşîvanî bibe.”

Wezareta Karên Ewrupa û Derve yê Slovenyayê jî derheqê bûyerê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Em li hember xebera mirina bi sedan sîvîlên ku di nav wan de pîrek û zarok jî hene ya li Xezzeyê şaşwazî bûn û ketin nav dehşetê. Divê nexweşxane û dibistan ti dem hedefên êrîşan nebin. Slovenya bang dike ku divê ji hiqûqa însanî ya navneteweyî re rûmet bê nîşandan. Divê ti dem sîvîl neynê hedefgirtin, wek rehîna an jî mertalê neynê bikaranîn.”

Serokê UNICEFê jî derheqê bûyerê de daxuyanî da û weha got:

“Ez li hember xebera mirina bi sedan sîvîlên ku di nav wan de pîrek û zarok jî hene ya li Xezzeyê şaşwazî bûm û ketim nav dehşetê. Êrîşên ji sîvîlan û ji binesazîyan re tênê kirin ti dem nayê qebûlkirin û divê bi lez dev ji êrîşan bê berdan. Her zarok di her cîhê de aştîyê heq dike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir