• DOLAR 32.211
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2451.466
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç, îşxalkerên ku li Xezzeyê komkujîyê dike di Meclîsê de telîn kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenter û Serokê Polîtîkayên Ciwanî ya HUDA PARê Faruk Dînç di Meclîsê de ji bo axavtinê destur xwest û di axavtina xwe de bal kişand ku Xezzeya ku di bin dorpêça îşxalkerên sîyonîstan de ye di bin bombebarandina gur de ye.

Dînç di axavtina xwe de weha got, “Sîyonîstan di êrîşên ku bi desteka Emrîqayê lidardixe de komkujîya pîrek, zarok û îxtîyaran dike. Rejîma sîyonîst, av û ceryana Xezzeyê qut kirîye. Santrala ceryana herî dawîn jî doh hat girtin. Unîteyên ku nexweşên giran di li wê derê de tênê tedawîkirin naxebitin. Qonwoya alîkarîya însanî ya ku ji Misirê birê ketîye jî hat hedefgirtin. Çeteyên îşxalker sûca herbê dikin. Xezze, bi tevî 2 milyon û nîv însanên di nav de ji girtîgeha girtî ya herî mezin re hatîye vegerandin. Hemû mirovên ku ehlê wicdanê ne û hemû alema Îslamê divê bibin yek û ji Xezzeyê re alîkarîya xwarinê bişînin. Divê ji xelkê ji li wê derê re ceryan, av û amûrên tenduristîyê bênê şîyandin. Bi vê wesîleyê ez ji bo mirovên ku Operasyona Tofana Eqsayê bikartînin silav dikim û ji bo zaliman bijî cehennem.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir