• DOLAR 32.278
  • EURO 34.698
  • ALTIN 2406.329
  • ...
Ji serokên damezrînerên HAMASê Abdulfettah Duhan wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat  belavkirin de hat îfadekirin ku ji serokên damezrînerên wan Abdulfettah Duhan (Ebu Usame) îro piştî jîyana xwe ya bi fedekar, perwerdekar û micadele tijîkirîye li Xezzeyê wefat kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Duhan, di micadeleya xelkê Fîlîstînê yê ku li hember rêveberîya faşîst û sîyonîstên neyar daye de roleke mezin bi cîh anîtîye, bal hat kişandin ew daîma ji hereketê re rêbertîyê kirîye û rê nîşanî hereketê daye.

Ew beşdarî civîna ewil a ku ji bo damezirandina HAMASê a di mala Şêx Ehmed Yasîn de hatibû lidarxistin bûbû

Şêx Abdullah Duhan ku bi nasnameya Ebu Usameyê jî tê zanîn, di navbera 7 damezrînerên ku di sala 1987an de HAMASê lidarxistibûn de bû û ew beşdarî civîna ku li Xezzeyê di mala Şêx Ehmed Yasîn de hatibû lidarxistin bûbû.

Ji ciwîna ewil re Şêx Ehmed Yasîn, Ebdulezîz Rantîsî, Salah Şahade, Îbrahîm El-Yazurî, Îsa El-Neşar û Muhammed Şema beşdarî bûbûn.

Duhan ku ji gundê Suweydana ku di navbera El Mecdal û Xezzeyê de ye hatîye dinyayê, piranîya jîyana xwe di Kampa Nuseyretê de derbas kir. Duhan di Qahîreya paytexta Misirê de perwerdehîya zanîngehê stand, çend car jî di zindanan de êsîr hat girtin.

Şêx Duhan, bavê du şehîdên bi navê Tariq û Zaîdê ye û du kurên wî jî berê di berxwedanê de birîndar bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir