• DOLAR 32.338
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2391.023
  • ...
Tugayên Qassam girtiyek siyonîst û zarokên wî serbest berdan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tûgayên Şehîd Îzzeddîn El Qassam ku baskê leşkerî yê HAMASa Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê ye di çarçoveya operasyona Tofana Eqsayê da gelek leşkerên îşxalker û siyonîstên îşxalker êsîr girtin.

Tûgayên Qassam ên ku tevî buxtanên hemû medyayên alîgir ên rejîma îşxalker, nîşan didin ku wan bi girtiyan re nebaş kirin, derseke din a mezin da rejîma îşxalker a ku komkujî bê cudahî li ser jin û zarokan pêk tîne.

Tûgayên Qassam dîmenên wan ên ku jineke şênî ya cihû û du zarokên wê yên ku ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê ve di destê wan de ne, serbest berdan, parve kirin.

Wêneyên ku di televîzyona El Cezîre de jî hatin weşandin, di çapemeniya cîhanê de ciheke berfireh girt.

Di destê Tugayên Qassam de hînek jî gelek leşkerên îşxalker hene û tê texmînkirin ku bi taybetî di pevguhertina êsîr û mehkûmên Filistînî yên di destê îşxalan de têne bikar anîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir