• DOLAR 32.185
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Hamas: Tofana Eqsayê operasyoneke parastinê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê Mekteba Siyasî ya Hamasê Bedran ku der barê Tofana Eqsayê daxuyani da çapemeniyê destnîşan kir: "Tofana Eqsayê ya ku ji bo berteka li hemberî binpêkirinên rejîma siyonîst a îşxalker a li Filistînê pêk hat, berevaniya pileya yekem e.”

Bedran destnîşan kir ku wan di operasyona Tofana Eqsayê da baregeh û navendên eskerî yên rejîma îşxalker a siyonîst hedef girtin, îdiayên ku dibêjin sivîl zirar dîtine derewand.

Bedran weha got, "Dînê me ji me re qedexe dike ku em dest deynin ser sivîlan û wan bikin armanc," Bedran dûre weha got, "Şervanên Hamasê şîretên Fermandarê Tugayên Qassam Ebû Xalid Dayf bi cih anîn, wek ku wî di vîdyoyên xwe de diyar kir, ku divê dest nedin sivîlan."

Bedran her wiha bang li alema Îslam û Ereban kir ku li cem xelkê rawestayî yê Filistînê bin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir