• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ebû Ubeyde: Berxwedan tenê bi Xezzeyê re sînordar nîne, wê di nava rejîma îşxalker de jî kûr bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Operasyona berfireh a Tofana Eqsayê ya ku ji aliyê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ve di 7ê Cotmehê de hatibû destpêkirin didome.

Ebû Ubeyde yê ku li dijî êrîşên hewayî û behrê yên ji aliyê rejîma îşxalker a bi piştgiriya hêza welatên rojavayî ve û sivîlan hedef digirin daxuyanî da, peyam da ku berxwedan tenê bi Xezzeyê re sînordar nîne.

Ebû Ubeyde weha got, "Çawa ku li Filistînê berxwedan xwe amade kirîye, li derveyî Filistînê jî xwe amade kirîye. Li Xezeyê çi bibe bila bibe, dijminê siyonîst wê li qadên din jî jîyan bike. Tişta ku îro li başûrê Libnanê diqewime mînakeke biçûk e. Şikestineke mezin li benda we ye. Li qada Libnanê em silavên xwe li leheng û şervanên xwe yên berxwedêr dikin. Berxwedan tenê bi Xezzeyê re sînordar nîne. Wê di kûrahiya rejîma îşxalker de bibe. Leşkerên me wêneyê serketineke birûmet xêz dikin. Dijmin yên ku nikarin bi me re şer bikin, gelê me kirin hedef." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir