• DOLAR 32.363
  • EURO 34.712
  • ALTIN 2380.204
  • ...
Xalid Meşal, ji bo Xezze û Mescîdî Eqsayê banga cîhadê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meşal, derheqê operasyona Tofana Eqsayê de daxuyanîyan da û weha got:

“Ez niha we ji bo cîhadê banga seferberîyê dikim. Dema ku dinya bibîne ummeta me xwedî li Mescîdî Eqsayê derdikeve û konwoyên micahîdan ji bona Fîlîstînê xwîna xwe birêjin derketine rê, ew ê denge veguhere.

Ey artêşa Ummeta me, ey însanên azad yên ummeta me, niha dîrokekî tê nivîsandin, hûn jî xwe di wan rûpelên ronî û bi zêr de navên xwe bidin nivîsandin, ji alîyê rûpelên reş nebin.

Ey ummeta me, Xezze ji bona ku hûn di alîyê alîkarîya însanî û desteka maddî de dest bi hereketê bikin qîrîn dike. Çawa ku ew bi canên xwe cîhadê dikin mimkin e ku hûn jî bi desteka maddî beşdarî cîhadê bibin.

Netanyahu, ji ber ku ji Emrîqayê îznê girtîye û ji ber ku Erep bêdeng mane polîtîkaya xwe ya xerakirin û wêrankirinê tetbîq dike.

Mescîdî Eqsa, emaneta Pêxemberê me, emaneta Hezretî Omer Îbnî Xettab û emaneta Selahaddînî Eyyûbîyê ku wî azad kirîye ye. Cenabê Xwedê, ew ê ji hemû rêveberên ummetê, serokên ummetê, fermandarên ummetê, alim û hemû kesên ummetê re hesabê bipirse. Rola we ya li cem Îzzeddîn el-Qassam ên ku micadeleyê dikin û di dîrokê de ev axên pîroz diparêzin çîye û li ku derê ye?

Alimên ku ji bona di axên Fîlîstînê de fetwaya hewceye ku herb bê kirin bidin li ku derê ne, hûn li bêvîya çi ne? Gelo hûn li bêvîya xerabûna Mescîdî Eqsayê ne?

Ez pêşî bang li rejîmên welatên cîrana Fîlîstînê dikim, ji ber ku ev ê herî nêzê  Fîlîstînê hûn in wezîfeya ku li ser milê we dikeve mezintir e.

Ez ji kamp û qebîleyên bişeref yên Urdunê re, ji Urduna ku Smotrich (wezîrê darayî ya îşxalkeran) dixwest we ji holê rebike re bang dikim: Ev wext wexta heqîqetê ye, sînorên me nêzê hev in û herkes mesulîyeta xwe zanê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir