• DOLAR 32.276
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2392.986
  • ...
Tugayên Qassam: Me komekî êsîrên îşxalker yên dinê jî bir Xezzeyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Tugayên Qassamê Ebu Ubeyde qeydekî deng belav kir û derheqê operasyona Tofana Eqsayê de agahîyan da.

Ebu Ubeyde di agahîyan de weha got:

“Micahîdên me komekî êsîrên îşxalkeran yên dinê jî birin Xezzeyê

Micahîdên me serfiraz bûn ku xwe gihandin herêma Mefakaîmê û gelek hêzên neyaran kuştin û gelekên wan jî birîndar kirin.

Hêzên me hêna jî li herêma Mefakaîmê ne û pevçûnê dikin.

Şervanên me wezîfeyên xwe temam kirin û gelek neyaran ji holê rakirin û dûre jî çûn barageha Orenê.

Ey xelkê me û ewladên gelê me, em operasyona Tofana Eqsayê bi alîkarî û desteka Xwedê bi hemû qewetên xwe di seheyê de ne, operasyona xwe jî bi teqdîr û serfirazî didomînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir