• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Leşkerên yedek ên îşxaler yên li Yewnanîstanê ew ê vegerin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tugayên Îzzeddîn El-Qessam ku baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ye, li dijî rejîma îşxalker a siyonîst operasyona "Tofana Eqsayê" da destpêkirin.

Rejîma siyonîst piştî operasyona ku ji Xezzeyê ya dorpêçkirî li dijî navçên îxşalkirîbû da destpêkirin, "rewşa şer" ragihand.

Yoav Gallant, wezîrê berevaniyê yê rejîma siyonîst, bi îmzakirina fermana gazîkirina leşkerên rezervê bo erkê xwe, îmza kir.

Li gorî vê yekê hat ragihandin ku 5 hezar leşkerên rezervên rejîma siyonîst ên li Yewnanîstanê dijîn wê vegerin herêmên îşxalkirî.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Yewnanîstanê de cih digirin, ji bo veguhestina leşkerên rezervê ji Atînayê ber bi Telavîvê ve 20 sefer hatin plankirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir