• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Bêdlîsê dimsa ku tê çêkirin mirovan heyrî dihêle
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gundîyên ku tirîyên li çîya kom dikin, bi usula hevkarîyê xebat tê kirin ku dims bê çêkirin.

Gundîyên ku pêşî tirîyên xwe yên sipî û reş yên aîdê herêmê ne kom dikin, dûre jî di nav mehsereyê de wan tirîyan dikin wek avê.

Di 290 pileyî de dikelînin

Bi herîya sipî ku wek mayayê bikartînin li hev dixin û 3 seat didin sekinandinê. Dûre jî dikin nav qazanên mezin û wê avê bi 290 pileyî qasî 4-5 seatan dikelînin. Heta ku wê ava tirîyê bibe wek dimsê tê pijandin.

Nêzê 15 gundên Xîzanê hêna jî bi usula hevkarîyê dimsa tirîyê tê çêkirin.

Ji ber ku di nav wê dimsê de tiştê neorganîk tineye ji gelek nexweşînê re jî baş e, bi taybetî ji teref xelkê herêmê ve gelek tê tercîhkirin.

200 sal e bi vê usula hevkarîyê ev kar tê kirin

Erkan Ozerê ku îfade kir ev kar ji bapîrên wan ji wan re wek mîrasê maye, îfade kir ku ji ava 100 lître tirîyê 30 kîlo dims tê çêkirin.

Ozer weha axavtina xwe domand, “Em dimsa tirîyê bi usula ku 150-200 sal ji bapîrên me ji me re mîras maye çêdikin. Em ji rezên xwe tirîyên xwe kom dikin, bi şekleke dogal em dimsê xwe çêdikin. Tirîyên ku em bi usula hevkarîyê di nav rezan de kom dikin dikin nav bêdrokan tînin û dûre jî dikin nav qazanên mehsereyê. Dûre jî em bi gîzmeyan dieciqînin û ava wî derdixin. Dûre jî dikin nav bêdrokan û çend seat wisa dihêlin. Piştî bi herîyekî bi rengê sipî li hev dixin dikin wek zelalê. Paşê jî dikin nav qezanên xwe yên kelandinê. Di nav van qezanan de jî bi 290 pileyî 4-5 seat tên kelandin. Ji 100 lître ava tirîyê nêzê 30 kîlo dims derdikeve.”

Ji gelek derdan re derman e

Ozer ku diyar kir ew ev dimsa ku çêdikin ji gelek navçeyên Bêdlîs û Tirkîyeyê re dişînin, “Bi taybetî mirovên ku nexweşînên wan yê kezeba reş hene û ji bona ku degerên xwîna wan zêde bibe tênê. Sala parîn me kîloya dimsê bi 120 lîreyê difiroşt. Encax îsal kîloya wî derdorê 200-250 lîreyê ye. Li gund hema hema hemû kes pir ya hindik vê dimsê çêdike.” (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir