• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Dr. Abdulqadîr Turan: Ji ber ku ji yekîtîya Îslamê ditirsin naxwazin ku ulemayê Kurdan cardin biqewet bibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heştemîn Civîna Aliman a ku ji teref ÎTTÎHAD ULEMAyê ve her sal bi beşdariya alim, akademîsyen, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û rayadarên erdnîgariya Îslamê tê lidarxistin, hat tertîpkirin.

Civîna îsal a ku temaya "Ji Şîyarbûna Îslamê re Rêbertî" tê de derdikeve pêş, pêr li Navenda Giştî ya ÎTTÎHADê ya Dîyarbekirê dest pê kir.

Dr. Abdulqadîr Turan, di bernameyê de derheqê “Îbrahîm îbnî Hesen el-Goranî û Feydeya wî ya ji îhyaya alema Îslamê re” de axavtinek kir.

Turan destnîşan kir ku di dawîya salên 500 yên dema ewil a Îslamê de di navenda dinyaya Îslamê de li Yemen û Hîcazê gelek alimên Kurd hebûne, piştî îşxala Moxolan jî tesîra ulemayên Kurdan ku di dîskalîfîyekirina îşxala alîyê rojhilata Îslamê hebûye; melayê ji van yek jî Îbrahîm îbnî Hesen el-Goranî ye.

Turan destnîşan kir ku berîya Îslamê herbên Sasanî û Bîzansê, tunebûna qewma Kurdan anîtibû rojevê, wî bal kişand ku ev tunebûnî bi xêra ku Dewleta Îslamê Sasanîyê ji holê rakir û Bîzansê jî kaşê rojavayê kir ji holê rabû.

“Xelkê Kurd ti dem destekvanê alîyekî nebûye”

Turan di axavtina xwe de weha got, “Dûre heta îşxala Moxolan 600 salan herêm gihaşt silha Îslamê. Di vê silha Îslamê de Erdnigarîya Kurdan di nav selametê de ma û nifûsa wî zêde bû û bi nifûsî jî zêde bû. Û di dîrokê de cîhê xwe girtin. Di nav ev silha Îslamê de Kurdan ti dem destekvanê alîyekî a şerên di navbera navxweyî ya Misilmanan de nebûye. Bi temamî di nav şerê de nînin. Di navberê de ne. Ji bona ku yekîtîya Misilmanan bê parastin û yekîtî çêbibe dixebitin.”

“Nasnameya ulemaya Kurdan jî bi wê şeklê tê xwestin ku bê tunekirin”

Dr. Abdulqadîr Turan bal kişand ku Îslam ji xelkê Kurdan re îtîbarekî mezin daye qezenckirin. Axavtina xwe weha berdewam kir:

“Îtîbara ku Îslam ji vê xelkê daye qezenckirin bi vê pêvajoya sekûlertî, rojavayîbûn, modernbûyînê îro tê xwestin ku bê xerakirin. Em êdî bi ulemayên xwe naynê qalkirin; em tênê xestin ku bi mirtivên ku li Teqsîmê di destê wan de saz heye û milletê kêfxweş dikin werin naskirin.

Çawa ku tê xwestin yekîtîya Îslamê bê tunekirin ev nasnameya ulema ya Kurd jî bi vê şeklê tê xwestin ku bê tunekirin. Ger ku cîhê ulemeya Kurd di dîrokê de bê jê birîn, ev bi tenê bi neyartîya ji Kurdîyê re eleqe nîne; sedema wî ji ber ku ulemaya Kurd yekîtîya Îslamê saz dike ye. Ji ber ku ji yekîtîya Îslamê ditirsin naxwazin ku ulemayê Kurdan cardin biqewet bibin. Lê ger ku hesabekî wan hebe hesabê Xwedê jî heye.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir