• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Nivîskar Omer Ebdûlazîz: Divê em zarokên xwe, ji bûyîna xerîdarên ku piştgiriyê didin hilberên rojavayî derbixin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎTTÎHADUL ULEMA, bernameya Hevdîtina Aliman ya ku her sal tertîp dike û ji erdnigarîyên cuda alim, akademîsyen, sîyasetmedar, temsîlkarên STK û rîspîyan beşdarî dibin a 8emînê wî tertîp dike.

Hevdîtina ku îsal bi şîara, “Ji Şîyarbûna Îslamî re Rêbertî” tê tertîpkirin, di Navenda Giştî Ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê de tê lidarxistin.

Abduzlezîz di bernameyê de derheqê pirsgirçkan de weha got:

“Zehmetî û pirsgirêkên hûndirîn yên ku li pêşîya hişyarbûn û rêberîya tevgera Îslamî disekinin, di gelek waran de û gelek in û her wiha cur bi cur in û di gelek qadan de neçar in ku ji holê rabin. Divê ez yên herî eşkere û xalên wan ên sereke destnîşan bikim.

Ya yekemîn û di asta rewşenbîrî de: Pirsgirêkên weke serdestiya modelên tundrewiyê di dînê de, radîkalbûna rewşenbîrî, têgihîştinên tevlîhev û tevliheviya hinek qanûnên Şerîatê yên weke rewşên “şer û cîhad”, “velayet û mesûmîyet” û “di şer û peymanê de muameleyên bi xeyrî Muslîman re” dikare were destnîşan kirin. Bi heman awayî em dikarin îşaret bi muameleya li hember jin, ciwan, huner û hin diyardeyên nûjen ên ku di xerakirina rûyê Îslamê de roleke xeternak dilîzin, bikin.

Ya duyemîn û di asta siyasî de: Em bi pirsgirêka nebûna nêrîna sîyasî li ser mijarên rojane re rû bi rû ne. Mesele û pirsgirêkên etnîkî, hindikahiyên xeyrî Muslîm û têkiliya bi wan re, hemleyên nûbûn û globalbûnê, medyaya tundûtûjîyê, xetereyên teknolojiyê, ragihandinê û şoreşên din weke mînak dikarin bêne dayîn.

Ya sêyemîn û di asta şaristaniyê de: Paşvemayîna şaristanî ya gelên Misilman dikare were destnîşan kirin. Ev jî weke lawaziya pêşketina destxistinan, bêbaweriya xwe, kêmbûna îradeyê, heyraniya Rojavayê, belavbûna ruhê girêdayîbûn û bindestiyê, tembelî û bêkariyê xwe nîşan dide.

Ya çaremîn û di asta rêbazê de: Pirsgirêk wekî nebûna perspektîfa rewşenbîrî ya li hember gelek nûbûnên ku sedsalê anîne, nebûna tiştekî ku em dikarin jê re bibêjin “fiqha serdemê” an “fiqha sedsalê”, bîd’etê (redkirî) û nekarîbûna bi tevahî cudakirina nûjeniyê ku sunneteke Îslamî ya gerdûnî ya Xwedê ye, dikare were gotin.

Ya pêncemîn û di asta exlaq û perwerdehîyê de: Em paşketina helwêstên Îslamî yên bi rûmet, hilweşîna fezîlet û ehlaqa bilind, serdestiya formalîzmê li ser cewher û naverokê û serdestiya xuyabûnê li ser mebest û armancan dibînin.

Ya şeşemîn û di asta sazî û mekanîzmayan de: Zarokên hişyarbûnê ji pirbûna projeyên îslah a teorîk, nebûna projeyên gihiştî yên li gorî serdemê û ji pirbûna kom, cemaat û pêkhateyên sîyasî û dewetê dikişînin. Bi heman awayî, ew gazindan ji pirbûna îxtîlafên biçûk dikin, bi taybetî jî di serî de ew ji gengeşiya li ser têkiliya di navbera dawet û sîyasetê de ku enerjiya ciwanan û serokatiya hişyarbûnê dibin û gelek caran wan neçar dihêlin ku bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî re mijûl bibin.

Ya heftemîn û di asta civakî-çandî de: Dikare îşaret bi tevlîheviya kevneşopîyên civakî û nirxên Îslamî were kirin û ji bo ku rengekî dînî bide kevneşopiyan serî li şîroveyên ne pêwîstî bêne kirin.Em dikarin bibêjin ku bi taybetî di derheqê muameleya jinan, huner û adetên civakî de, em bê bingehek zanistî û analîzên şer’î, xwe li ser qaîdeya “seddî zera’î” digirin.

Tiştê ku li ser gelên me yên Îslamî (di vê sedsalê de) serdest û hakim e, kêmasîya lîyakata ferdî, dîsîplîn û rûhê sazûmaniyê ye. Ji bilî wan di encama koçkirina mêjîyên zanistî û mayîna kesên xwedî yên dereceyên bilind li dewletên kolonyalîst, bi taybetî li Ewrupayê de hêza nûjenîyê li çar alîyê cîhanê belav û perçe bûye.”

Ebdûlazîz li ser vê mijarê pirrsgirêkên derveyî jî qal kir û weha got:

“Zehmetî û pirsgirêkên derveyî (yên ku mebesta min ew ên li derveyî qada bingehîn a hişyarbûnê ne) jî pir û cûr bi cûr in.

Ewil; Dibe ku behsa rejîmên totalîter ên Erebî û Îslamî û sînordarkirin û dijminantîya wan ên eşkere bi Tevgerên Îslamî bi taybetî jî yên ku di rêya navîn û li meydanan de aktîf in re, bê kirin. Piştî tevgerên guhertinê ya bi navê “Bihara Ereban” li gelek welatên Ereb jî, îcraetên sekûlerên radîkal mezinahîya zordarî û tundiya li muameleyên kesayet û sazîyên Îslamiyan nîşan da. Ewqas ku bi rêya hilbijartinên qanûnî û yasayên ku di merîyetê de jî hebûna Îslamîyan di warê rêveberî û îdareyê de qebûl nakin.

Ya duyemîn; Pirsgirêkên; bandora ji alîyê gelek tevgerên sekûler ên ku li ser gelên Misilman xwedî tesîr in, dijminantîya radîkalên ji projeyên Îslamî re, bi taybetî li welatên ku sûd ji “bihara guherîna siyasî” wernegirtine, gelek kes serî li rêbazên rejîmên zordar li hemberî Îslamîstan didin, weke van dijwarî û pirsgirêkan dikare were nîşandin.

Ya sêyemîn; Pirsgirêkên hêzên mûstekbîr û zordar ên cîhanê, projeyên dijminantî yê Siyonîst-Xaçparêzan û biryarên navneteweyî yên neheq ên derheqê Ummeta Îslamê de.

Ya çaremîn; Pirsgirêkên; şoreşa Teknolojiya Fezayê, tora înternetê ya berfireh a navneteweyî, hemleya tund a çapemenî û amûrên ragihandinê û bandora wê ya berçav li ser raya giştî û li hember vana tûnebûna rê û rêbazên ji bo rûbirûbûna wê û tûnebûna nêrînek Îslamî ya tevahî û mûsbet ji bo dîtina çareserî û alternatîfan.”

Dûre ebdûlezîz derheqê van pirsgirêkan de pêşnîyar û çareserîyan de got û axavtina xwe dawî kir:

“Ez axaftina xwe bi pêşkêşkirina hin pêşniyarên çareseriyê diqedînim:

Berîya her tiştî; Ummeta me ya Îslamê ummetek yekane ye û li gorî ayetên “Ummeta we yek ummet e” û “Hûn nebin weke kesên ku li hev îxtîlaf dikin û ji hev dikevin” Xwedayê Teala hevgirtin û yekîtîyê ferman dike û îxtîlaf û pevçûnê jî qedexe dike. Ummeta me weke “Ummeta herî bi xêr a ku di nav mirovatiyê de hatiya afirandin” tê pênasekirin. Her wiha ji ber ku îmkan, nîmet û enerjiya potansiyela ku yên din xwedî nine û li Misilmanan hatiye fermankirin ku ji rehma Xweda bêhêvî û nebin, divê li ser çareserîyan em biaxivin û bi lez û bez jî hewl bidin û bibînin.

Ji ber vê yekê, di vê çarçoveyê de, ez ê hewl bidim (li gorî min) di hinek xalên de gavên pêwîst ku ji bo rûbirûbûna van pirsgirêkên hem li hundir hem jî li derve pêşkêş bikim.

Pêşî; Ji bo yekkirina ramanên nêzîk ên di hemû mijaran de, divê xebateke ji teasûbên hîzbî û fiqhî û meylên ji mezhebî û firqeyan dûr û hewl bidin ku îxtîlafan bidin alîyekî û li ser hevparî û berdewamîyan xebateke bi hev re bê kirin, pêwîst e.

Ji bo vê armancê divê pêşbaziyek erênî were çêkirin da ku baştirîn projeyên pratîkî, îhtîmal û senaryoyên herî baş ên ku dê xizmeta qada ku me behs kirî were wucudê.

Ya duyemîn; Divê li ser îhya kirina nûjenî, modernî û ruhê îçtîhada hemdem, di qadên perwerdehî, hîndekarî, projeyên sîyasî, axaftinên dawetê, xebatên şerîetê, çêkirina fiqha hemdem, rêbazên pêşveçûn a modern de û di hemû warên din de pêwîste ku ji bo pêşxistina bernameyên pêşveçûnê bi awayeke ciddî were fikirîn û nirxandin.

Ya sêyemîn; Ji bo beralîkirina Hişyarbûna Îslamî, divê hem li ser esasê kes, rêber û rêberan, (ji aliyê hizrî, perwerdehî û tevgerî) û hem jî li ser esasê bername, proje, sazî û rêziknameyan, divê zû xebat bê kirin.

Ya çaremîn; Divê weke pêngavek de ji bo avakirina otorîteyek şuraya gişti di pêşerojê de, pêwîst e ku amadekariya avakirina mekanîzmayeke navdewletî ji bo koordîneya di navbera tevger û hêzên Îslamî de were kirin.

Ya pêncemîn; Ji bo emrê Xwedayê Teala yên “Di derheqê rewşa wan de ji wan re gotinên xweş bêje”, “Bi hîkmet û gotinên xweş gazî rêya Rebbê xwe bike”, “Bi wan re bi awayê herî xweş munaqeşe bike”, “Bi mirovan re gotinên xweş bêjin” û “Ji evdên min re bêje ku bila gotinên herî xweş bêjin” pêk were, divê ûslubên dawet û bangewaziya Îslamê û rêbazên ku pêwistîya wan bi pêşketinên li gorî serdemê heye, bi awayeke ciddî were nirxandin.

Ya şeşemîn; Divê dîsa xebat bêne kirin ku pêbaweriya ilmî bidin nîşan û taybetiyên weke heqîqet, Rebbanîyet, hêsankarî, mizgînî û xweşbinî ku Şerîeta Îslamê pê tê naskirin. Her wiha divê her cure nefret, zordarî, tundî, fanatîzm, îfrat û tefrît, serhişkî, israr, nijadperestî, mezhebperestî, hizbperestî û axaftin û rêbazên bi vî rengî bêne qedexekirin.

Ya heftemîn; Divê saziyên rewşenbîrî û fiqhê yên navneteweyî di bin mekanîzmeke berfireh a weke Neteweyên Yekbûyî de bibin yek û bi vî awayî hêzên Îslamî bêne cem hev. Ji bo avakirina pirên hevdîtin û lihevkirinên di navbera hêz û alîgiran de, weke hewldanên pêşî yên hêjayî "Yekîtiya Zanayên Navneteweyî", "Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xwendekaran" û "Yekîtiya Navneteweyî ya Parlamenterên Misilman" divê saziyên wekî "Kongreya Îslamî" an jî "Zanîngeha Erebî" bêne avakirin. Bi vê awayê wê gelek derfet bi dest bikevin, yekitî wê pêk were û perspektîf nêzî hev bibin.

Ya heştemîn; Divê di asta gel û hikûmetan de hinek tişt bêne kirin. Evana;

  1. Divê ji bo zarokên wan nebin serfkarên ku piştgirî didin hilberên rojavayî û tevî qelsî û kêmkelîteya xwe bibin hilberînerên ku xwe dispêrin hilberîna heremî û sanayîya navxweyî, xebat bê kirin. Divê ev yek di heman demê de bi çandinî û her çend kevnare be jî bi piştgirîkirina projeyên sanayîya navxweyî bêne kirin.

 

  1. Aşkerekirina aliyên neyînî yên globalbûna rewşenbîrî, çandî û aborî bi rêya medya, xutbe  û nivîsan.

 

  1. Her wiha balkişandina li ser pêwîstiya parastina nasnameya dînî, exlaqî û çandî û nirxên bilind û ronîkirina aliyên geş ên dîrok, gel û destkeftên şaristaniya Îslamî.

 

  1. Divê piştgirî bi saziyên çapemeniyê, ciwan, xwendekar, jin, akademîsyen, waîz, siyasetmedar û parlementer re bê dayîn da ku ewana jî di pêkanîna erkên li jor de bila wezîfeyên xwe bicih bînin.

 

  1. Divê siyasetmedar, sazî û dezgehên qanûndanînê ji bo guhertina makezagonên kevneşopî û guherandina zagon û doktrînên ku bi îlham girtina wan hatine çêkirin li gorî îmkan û hewcedariyên serdemê bi hûrgilî bixebitin. Ev yek bi prensîba nûkirina dînî ku yek ji prensîbên dînê Îslamê ye û nermbûna armanc û hukmên qanûnên wê îşaret dike.

 

Tiştê ku ez dikarim ji bo birayên xwe bikim, digel hin (pêşniyarên çareseriyê) ku ez guncav dibînim, di warê destnîşankirina (pirsgirêkên) herî girîng ên ku rûbirûyê hişyarbûna Îslamî ya bi lez û bez dibe. Ger hûn bixwazin, hûn dikarin vê axaftinê wekî mifteyek bikar bînin da ku derî li nîqaşên berfirehtir a vê pirsgirêkê veke. Dema ku min ev kir, min xwest ku ji beşdarên bi hûrmet re derfeta raman û nêrînek cuda nîşan bidim. Hêvîdarim ev yek bibe sedem ku em di civîn û hevdîtinên din de bi awayekî ciddîtir li ser vê mijarê nîqaş bikin. Xweda Teala bi niyetên veşartî dizane.

Silav û rehmet û berekata Xweda li ser we be.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir