• DOLAR 32.309
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2402.15
  • ...
Wesayît ji rê derket û teqle avêt: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li Taxa Gundê Guleşkûr a Taxa Kovancilarê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Ajokarê wesayîta ticarî ya sivik a bi plaqeya 23 ACG 248 ku ber bi Xarpêtê ve diçû, ji ber sedemeke nediyar kontrola xwe winda kir û derbasî rêya hember bû.

Di qezaya trafîkê de 2 kes ku yek jê zarok bû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên ambûlans û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar piştî alîkariya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kovancilarê.

Der barê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir