• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Neaşê Mela Abdurrezzaq Tepe hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Abdurrezaq Tepe ku demekî dirêj e bi wî re nexweşîna qanserê hebû, di seatên êvarê de nexweşîna wî zede bû û wî rakirin Nexweşxwaneya Onqolojîya Zanîngeha Dîcleyê.

Mela Abdurrezzaq, li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan wefat kir.

Ji bona seyda di Camîya Akpinara navçeya Bismila Dîyarbekirê de bernameya cenazeyê hat tertîpkirin.

Ji nimêja cenaze ya ku piştî nimêja eşayê hat kirin re, malbata Seyda, Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Muhammed Ozer, endamên ÎTTÎHADUL ULEMAyê û gelek hezkirîyên wî beşdarî bûn.

Piştî nimêjê cenazeyê Mela Abdulquddus Yalçin ku hevaldozê wî bû cenazeya seyda rakir.

Neaşê Mela Abdurrezzaq ku hat rakirin, ji goristana qamişloya ku girêdayê navçeyê ye re hat anîtin û bi tevî duayan hat definkirin.

Hat hînbûn ku şîna Mela Abdurrezzaq li navçeya Rezan di Mala Şîna Dîcleyîyan de hat dayîn.

Mela Abdurrezzaq Tepe ku di sala 1951an de li navçeya Farqîna Dîyarbekirê hat dinyayê, heta di dawîya emrê xwe de ji bo Îslamê xizmetan kirîye, di salên 90îyan de ji teref hêzên tarî yên wê dewrê ve dûçarê zilmê hatibû kirin. (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir