• DOLAR 32.901
  • EURO 35.322
  • ALTIN 2459.118
  • ...
HAMAS biryar girt li Xezzeyê hilbijartina mehellî wê bê lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), daxuyand ku ew ê li Xezzeyê piştî 18 salan li Xezzeyê hilbijartina şaredarîyê lidarbixin.

Daxuyanîya HAMASê, piştî civîna ku komên Filistînî û Lijneya Komîsyona Hilbijartina Navenda Filistînê ya ku navenda wî li Ramallahê ye meseleya hilbijartina li Xezzeyê gotûbej dikirin hat dayîn.

Di dema hilbijartinê de HAMAS û komên dinê nerînên xwe anîtin ziman ku ev dem ji bona hilbijartina mehellî baş e.

Berdevkê HAMASê Hazim Qasim di daxuyanîya ku kir de weha got, “HAMAS û komên li Xezzeyê di lidarxistina hilbijartinê de ji bona ku îmkan bê çêkirin amade ne. Em ê encama hilbijartinê qebûl bikin. Ji bona ku em bi neyarên xwe re di her cîhê de herbê bikin divê di bijartina rêyên rast de di sehayê de yek bin.”

Dîrektorê Îcra ya Komîsyona Hilbijartina Nevendî ya Filistînê Hîşam Xelîl jî diyar kir ku haya wan ji hilbijartina ku li Xezzeyê “di demeke kurt de bê lidarxistin” heye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir