• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Hevdîtina Aliman a 8emîn îro li Dîyarbekirê tê lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya Hevdîtina Aliman a 8emîn ku bê tertîpkirin, îsal bi şîara “Ji Şîyarbûna Îslamî Re Rêbertî” tê lidarxistin.

Di bernameya ku ew ê du roj bidome de meseleyên parastina malbatê, nîjadperestî û meseleya Kurd, ragihandina bi ciwanan re, midexeleyên ku ji fitret û însanîyetê re tên kirin, meseleyên civakî û meseleya ji şîyarbûna Îslamî re rêbertî wê bên gotûbejkirin.

Bernameya “Hevdîtina Aliman” ya ku her sal bi navneteweyî tê lidarxistin, ji sala 2015an heta niha berdewam dike.

Bernameya ku ji welatên Tirkîye, Îran, Iraq, Sûrîye, Misir, Fîlîstîn, Efxenistan, Qeter, Libnan, Urdin û Herêma Kurdistanê ulemayên bijarte beşdarî dibin, ew ê îsal li Navenda Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê di navbera 30yê Îlonê - 1ê Çirîya Pêşîn de bi şîara “Ji Şîyarbûna Îslamî Re Rêbertî” bê lidarxistin.

Armanca esas a hevdîtina ku îsal ew ê 8emîna wî bê lidarxistin weha hat diyarkirin ku serî di navbera erdnigarîya Kurdan de dûre jî di erdnigarîya Îslamê de ulemeyan di cîhekî de anîtina ba hev e; ji pirsgirêkên mewcût a di alema Îslamê de hene re dîtina çareserîyê û rol girtina rêbertîya di pêşveçûnê de ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir