• DOLAR 32.384
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2396.674
  • ...
Li Bêdlîsê qezaya zîncîrî: 1 mirî, 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, doh di seatê êvarê de li alîyê Rahwaya ser rêya Bêdlîs-Tetwanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 01 CEM 09 ya ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, li qamyona bi plaqeya 33 L 0587 ku di rê de diçû qelibî.

Ji wesayîta ku di rê de pekîya re wesayîteke dinê ya bi plaqeya 13 AV 713 qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de kesekî canê ji dest da, 4 kesan jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme, AFAD, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Tetwanê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir