• DOLAR 32.138
  • EURO 35.032
  • ALTIN 2416.621
  • ...
Otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: 3 mirî, 22 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seatên serê sibehê de li Taxa Heyderîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa rêwîyan a ku di bin kontrola Salîh K. de bû, ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji kontrola şofêr derket û gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye, cenderme û polês hatin sewqkirin.

Rêwîyên ku di otobûsê de asê mabûn bi şikandina camên otobûsê ji otobûsê hatin derxistin, di encama qezayê de kesekê di cîhê qezayê de 2 kes jî li Nexweşxaneya Dewlet a Pasîna Jêr ya ku hatibûn rakirin canê xwe ji dest dan.

Di encama qezayê de bi tevî şofêrê otobûsê 22 kesan birîndar bûn û ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir