• DOLAR 32.278
  • EURO 35.079
  • ALTIN 2464.686
  • ...
Li Qerebaxê mayîn teqîya: 4 polêsên Azerbaycanî canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Navxweyî ya Azerbaycanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku kamyona ku aîdî Ajansa Dewletê ya Rêyên Otomobîlan a Azerbaycanê (Azerotoyol) bû, li kîlometreya 58emîn a Rêbeja Ahmetbeylî-Fuzûlî-Şûşa ya Hocaventê di kanê re derbas bû û pêl li mayînê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di teqîna ku di dema derbasbûna kamyonê de pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wesayîta polêsan a ku çû cihê bûyerê di ser mîneke din re derbas bû.

Hat diyarkirin ku di encama teqînan de 4 polîs canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir