• DOLAR 32.277
  • EURO 35.097
  • ALTIN 2465.295
  • ...
Di erdheja li Fasê de hejmarê wefatîyan derket 2 hezar û 12 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hatîye belavkirin de, di erdheja ku li herêma El-Huza Marakeşê pêk hat de hejmarê mirîyan derket 2 hezar û 12 kesan, hejmarê birîndaran jî bi tevî hezar û 404 jê giranan derket 2 hezar û 59an.

Erdheja ku pêk hat li bajarên Rabat, Kazablanka, Meknes, Agadîr û Fesê jî hat hîskirin.

Li welat 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref dîwana Qraltîyê ve hatîye belavkirin, di bin serokatîya Qralê  Muhammed 6em de li Qesra Qraltîyê civîneke encamên erdhejê tênê bidesxistin hat lidarxistin.

Qral Muhammedê 6em, qerar da ku bira li welat 3 roj şîna neteweyî bê îlankirin û alên di avahîyên raya gel de jî bira heta nîvî bênê daxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir