• DOLAR 32.509
  • EURO 34.776
  • ALTIN 2409.919
  • ...
Qutbûna ceryanê nexweşê navcîya kir nav rewşa xerab
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihaya ku di germahîya havînê de tim û tim ceryan tê qurtkirin jîyanê bi xerabî tesîrdar dike.

Li Rihaya ku bajara herî germ a Tirkîyeyê ye ji ber qutbûna ceryanê a di hewayên germ de bi taybetî mirovên îxtîyar û nexeş pirsgirêkê dijîn.

Elîf Aksoya pîreka nexeşê navcîya yê ku ji qutbuna ceryanê bi xerabî tesîrdar dibe, qala mexdûrîyetên ku dijîn kir.

Wê îfade kir ku zilamê wê ji ber qutbûna ceryanê û hewaya germ can dikşîne, Aksoy bal kişand ku ew gelek mexdurîyetên mezin dibînin.

“Şeva borî ceryan çû lê qet nehat”

Aksoya ku qala pirsgirêka ku ji ber qutbûna ceryanê dikşînin kir weha got, “Ev bû Çend roje ceryan tineye. Şeva borî ceryan çû lê qet nehat. Em sekinîn, telefonê wan kir lê ji me re dibêjin ‘em tênê’ û me dixapînin. Zilamê min ê nexweş hema hema hatibû ber mirinê. Em avê li ser wî dikin lê nikarin wî derxin derve. Derve jî germ e, ma em wî bibin li ku derê? Ev ceryantîya çawakî ye, ew ji bona çi li wê derê rûniştine? Çima DEDAŞê dixebitînin, bira dev ji kar berdin û herin. Serê mehê pereyên xwe distînin, çi heye çi tineye, kî mirîye kî sax e ne di ‘etra wan de ye; bira hinek ji van tiştan re bi dîqetbin.”

“Ji bona ku hênik bibe me avê lê kir”

Aksoya ku diyar kir ji ber tinebûna ceryanê zilamê wî zehmetîyê kişandîye weha tgot, “Zilamê min nexweşê nav cîya ye. Ev bû 4 sal e di nav cîya de ye. Nikare rabe û rûnê. Wexta ku ceryan biçe ji me re dipirse ‘çi bû’. Ji ber ku germ bû me jî avê lê kir û wî hênik kir. Em avê lê dikin ku bira baş be. Ceryan çû û nehat, ger ku 1-2 seat be dîsa em ê sebir bikin lê bişev diçe heta serê sibehê nayê, me çi kişand û çi nekişand, ma ev kar ewakî dibe? Li alîyekî avahîyê ceryan heye lê di alîyê dinê de tineye. Ji xwe ceryana alîyê dinê jî kêm bû. Wexta ku cîranê min halê zilamê min dît qabloyekî ûçlîyê ji me re da û perwanê anît. Ji perwaneyê hewa dihat lê zilamê min dîsa jî dipirpitîya. Ewakî nabe. Kesên ku DEDAŞê îdare dikin bira dev ji kar berdin. Beredayî li wê derê rûdinên.”

“Zilamê min bişev hema ku dimirîya”

Aksoya ku diyar kir divê dewlet ji pirsgirêka ceryanê re çareserîyekî bibîne weha got, “Bira dewlet, şîrketên ceryanê kontrol bike. Dewlet heqê wan dide û li wan dinhêre. Dewlet çima wana kirîye li wê derê? Bira bişev û bira li karê xwe binhêrin. Li hember qutbûna ceryanê ma gelo nobedarên wan tuneye, heye. Bira werin lê binhêrin ka gelo çi pirsgirêka ceryanê heye. Ev kar ewakî nabe. Heyf e gineh e. Ev obal li ser wan e. Ger ku zilamê min bişev bimirîya ez ê ji kê hesabê bipirsîyama? Germahî ji alîyekî, tinebûna ceryanê ji alîyekî, tarîtî ji alîyekî… Gelo ma ev kar ewakî dibe? Bira vana dev ji sazîya ceryanê berbidin. Bira derewan jî nekin. Dibêjin em ê werin lê me dixapînin. Qeydên me yên lêgerînê jî heye û di destê me de ye.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir