• DOLAR 32.259
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2467.75
  • ...
Li Semsûrê wesayît û qamyon li hev qelibîn: Yek jê pitik 4 mirî 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seatê êvarê de li ser rêya Golbaşîya Semsûrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayît, bi qamyona ku di rêya dinê de dihat ve serî li serî li hev qelibî.

Li ser xeberdayînê ji herêmê gelek ekîbên polês, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama nerîna ekîbên tenduristîyê de hat îfadekirin ku bi tevî pitikeke 2 mehî 4 kesan canê xwe ji dest dan.

3 kesên ku di qezayê de birîndar bûn jî bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Semsûrê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir