• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Şewatên li Hawaîîyê: 99 mirî, 1300 winda
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şewata li Girava Mauîya Hawaîîyê bû sedema xerabûnên mezin.

Di facîaya şewata herî bi mirîtî ya welat de hejmarê mirîyan a fermî wek 99 kesan hat daxuyandin.

Hat diyarkirin ku nêzê 1300 kesan jî winda ne.

Li bajêr ji bona ku cesedên di nav arîyan de mane bên dîtin 20 heb kûçikên tespîtkirina mirîyan hat anîtin.

Midurê polêsê Mauîyê Jeff Pelletier, got ku di nav 13 metreqare herêmê de ew ê lêgerîna cesedan bê kirin.

Şewatên di Giravên Mezin û Mauîya Hawaîîyê de roja Sêşemê pêk hatibû.

Şewat bi tesîra baya ku ji Okyanusa Pasîfîkê hatibû belav bû, di demeke kin de hat cîhên şênîyan.

Xelkê herêmê ji bona ku xwe ji şewatê biparêzin xwe avêtin behrê.

Bi hezaran însan li Giravê bê mal man. Tê destnîşankirin ku ji nû ve wan xanîyan bên lêkirin bi milyar dolaran pere wê bê xerckirin.

Li Girava Mauîyê nêzê 35 hezar însan dijîyan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir