• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Xezzeyê bi hezar û 471 hafiz ve bernameya tîlaweta Quranê tê tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midurê Cemîyetê Dr. Bîlal Îmad yê ku bi minasebeta bernameyê daxuyanîyek belav kir, diyar kir ku hafizan ji bona ku li pey hev Quranê bixweyînin berîya nimêja serê sibehê hazirîyên xwe dawî kirin.

Dr. Îmadê ku got tîlaweta Quranê piştî nimêja serê sibehê dest pê kir ew ê heta nimêja mexrîbê bidome weha got, “Îro li Xezzeyê ewê roja Quranê bibe. Hinek hafizan ew ê li Mizgefta Îmam Şafîî, hinek hafiz li Mizgefta Teqwayê û hinek hafiz jî li Mizgeftên Filistînê bin. Di navbera hafizan de ji her alîgirên însanan hene. Hafizê herî biçûk 8 salî hafizê herî mezin jî 72 salî ye. Di navbera hafizan de mamoste, endamên ewlehîyê, doxtor û dermanker jî hene.”

Cemîyeta Darul Qurana Pîroz Ves-Sunne di çarçoveya projeya “Hafizên Bijarte-1” de sala parîn 581 kesan hafiz kiribû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir