• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Yapicioglu: Em ê avdana tovên ku Mehmet Yavuz Xoce avêtîye bidomînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo merhûmê ku di Goristana Hezretî Yusufê ku li Kolika Semsûrê de medfûn e wek her sal îsal jî li ser gora wî bername hat tertîpkirin.

Ji bernameya yadkirina ku piştî nimêja esrê hatibû tertîpkirin re malbata wî, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, partîyî û hezkîrîyên wî beşdarî bûn.

Yapiciogluyê ku di bernameya ku bi xwendina Quranê dest pê kir de axivî, bal li ser xebat û cehda wî ya mînak a ji bo dewa wî kişand.

Yapicioglu weha axivî, “Birayê me yê Mehmet… Yekî wisa bû ku ew daîma xebatê dikir ku xwe bighêjîne cîhan û tiştan. Ew bi zimana jîyana xwe, meşa xwe û kirina karên xwe ji me re weha digot, wext kin e, wext hindik e, emr kêm e, karên me yên ku em bikin zêdene… divê ji bona ev rêya dirêj ji menzîlê re bighêjînin wextê xwe bi valayî derbas nekin. Divê ku daîme ji menzîlê re hereket bê kirin. Û wî bi jîyana xwe veya îspat kir, nîşanê me da.”

Yapicioglu, balan li ser peyamên bi mirina zûtirîn dem a Mehmet Yaviz Xoce de ku ji mirovên paşve mane re daye kişand.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Birayê me Mehmet dema ku di heyatê de bû ji însanên li vê derê re gelek gotinên wek nesîhetane gotîye lê wek ku min got bi çûndina xwe û bi wefata xwe ya zûtirîn dem de bi rastî jî ji me hemûyan re nesîhetekî daye. Ji me hemûyan re weha got; Binhêrin hûn dibînin, mirin dibe ku her wext me biqefêle. Kanê carna dibêjin ya, her mirin zûye lê hemû kes jî di emrê mirinê de ye.”

Yapiciogluyê ku di axavtina xwe de bîr anît ku mirin heq e, îfade kir ku ew ê avdana tovên ku Mehmet Yavuz Xoce avêtîye bidomînin.

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Erê dostno! Heyat kin e, erê mirin heq e, erê mirin nayê kuştin, erê derê qebrê nayê girtin. Bi wê şeklê em ê jî înşaallah meşandina di vê rê de bidomînin û ji bona ku hem dinyaya însanan baş bibe hem jî çar alîyê welat hizûr hakim bibe bixebitin, avêtina tovên başîtîyê bidomînin. Em ê avdana tovên ku Mehmet Yavuz Xoce avêtîye bidomînin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir