• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Merhûm Mehmet Yavuz li Rihayê hat yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya ku Ciwanên Azad a Rihayê tertîp kir, di Eywana Konferansa Mehmet Akîf Înanê de hat tertîpkirin.

Ji bernameyê re; Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, Serokê Baskên Ciwanîyê Hamdullah Er, lijneyek ji HUDA PARê û welatî beşdarî bûn.

Bernameya ku bi beşdarvanîya gelek mirovan hat lidarxistin, bi xwendina Quranê dest pê kir, bi îlahî û merşan berdewam kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku di bernameyê de axivî, bal li ser şexsîyeta mînak a merhûm Mehmet Yavuz kişand.

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Ji bona ku mirov li ser rûyê erdê bibe mamoste divê xwendekarê asîmanê bibe birayê me Mehmet Yavuz jî mamosteyekî bû lê ew tenê bi meslektî ne mamoste bû, di jîyana xwe de jî ew mamosteyekî bû û daîma xwe perwerde dikir.

Mehmet Xoce bi rastî jîyanê fêhm kiribû. Wî hînbûbû ku jîyan çîye û li gorî wê jî jîyana xwe derbas dikir û jîyana xwe ya ku bi şiûra îmtîhanê derbas dikir, di emrê xwe yê ciwan de temam kir, îmtîhanê qedand û çû cem Rebbê xwe. Xwedê rehma xwe lê bike.”

Serokê Baskên Ciwanîyê Hamdullah Er jî îfade kir ku nexweşîna Merhûm Mehmet Yavuz ji ber îşkenceyên ku dîtîye ve çêbûye.

Er weha ragihand, “Em wek HUDA PARê ji roja sazbûna xwe heta îro bi sîstematîkî ji derew, îftîra û kampanyayên reşkirinê re hatin hedefkirin. Mixabin di encama hedefnîşandayînê de partîya me ya HUDA PARê ku 11 sal paşeroja wê heye, di vê pêvajoyê de bi dehan şehîdan da. Merhûm serokê me jî di pêvajoya 28ê Sibatê de di girtîgeha ku bi kumpasên FETOyê ketibû de ku ew jî di dengê xwe yê qeydkirî de dibêje ji ber îşkenceyan nexweş dikeve û ji ber wê nexweşîna xwe jî rehmet dike. Xwedê Teala wî ji şehîdan bihesibîne.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir