• DOLAR 32.457
  • EURO 34.66
  • ALTIN 2392.655
  • ...
Îddîaya “Siûdî, bi sîyonîstan re li hev kir”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî xebera WALL STREET JOURNALê ku ji kehnîyên dîplomatîk bidestxistîye hat diyarkirin ku rejîma Qraltîya Siûdî û rejima sîyonîst derheqê nomalkirina minasebetan de li hev kirin.

Di xeberê de hat diyarkirin ku alîgiran, derheqê esasên giştî yê derbarê şertan de li hev kirin.

Di vê çarçoveyê de qerar hat dayîn ku rejima sîyonîst ji Filistînîyan re qaşo tawîzan bide û çend mafan bide wan û li dijî vana jî ew ê Siûdî, îşxalkeran nas bike.

Qraltîya Siûdî jî ew ê li hember vana ji Emrîqayê garantîya ewlehîyê û derheqê pêşvebirina bernameya Nikleera armanca sîvîl de alîkarîyê bistîne.

Xeyn ji vana ew ê bireveberîya Siûdî minasebetên xwe yên bi Çînê re sînordar bike.

Teşebûsên normalbûnîyê a di navbera aligîran de bû demekîye berdewam dikir.

Rejima sîyonîst gava normalbûnîya îxanetê ya ewil di Adara sala 1979an de bi Misirê re avêtibû, wî jî di sala 1994an de Urdin şopandibû.

Van herdu welatan jî; Emîrtîya Erebên Yekbûyî, Behreyn û Sudan şopand.

Ger ku van îddîayan rast be Qraltîya Siûdî, ew ê bibe welatê 7emîn a ku rejima sîyonîst naskirîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir