• DOLAR 32.216
  • EURO 35.037
  • ALTIN 2511.247
  • ...
Mînîbûsa ku karker tê de bûn qelibî: 13 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seat 11.00an de li alîyê Gokçelîya ser rêya Çarşembe-Ayvacikê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku di bin îdareya Oktay Z. de bû û karkerên findikê tê de bûn, ji ber sedemeke ku hêj nediyere li şerempolê gêr bû.

Di encama qezayê de 13 kesên di nav mînîbûsê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Çarşembeyê re hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir