• DOLAR 32.212
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2498.015
  • ...
Serokê Giştî yê Weqfa Karwanê Hêvîyê Kurtalan: Heta ku em birînên birayên xwe yên erdhejzedeyan derman bikin wê li alîyê wan bin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Weqfa Karwanê Hêvîyê Cengîz Kurtalanê ku li Semsûrê xebatan lêkolîn kir, diyar kir ku ew xebatên xwe didomînin.

Kurtaranê ku diyar kir ew heta ku birînên erdhejzedeyan derman bikin wê li alîyê wan bin, ji rayedarê Karwana Hêvîyê ya Semsûrê Muharrem Koçuşagiyê derheqê xebatan de agahîyan girt.

“Heta ku birînên birayên xwe derman bikin em ê li alîyê wan bin”

Kurtaranê ku ji xebatên belavkirina xwarinê a ji erdhejzedeyan re beşdarî bû weha got, “Em wek Karwanê Hêvîyê ji roja ewil a erdhejê ji alîkarîya birayên xwe re micadeleyê kir. Hevalên me ji Karwana Hêvîyê re ku di erdhejê de zerarê dîtibûn re cîheke nû girtin. Niha xebatên li vê derê tê kirin ji sehayê re jî ji li vê derê tê belavkirin. Em bi navendî xebatên li vê derê ji nêz ve dişopînin. Bi tevî şopandina ji nêz ve em ê bi îzna Xwedê heta ku birînên birayên me bên dermankirin wê li vê derê bin. Ji welatîyên me yên ku di konan de, di konteyniran de dimînin re belavkirinên me didome. Niha bêkarî jî gelek zêde ye, ji ber vê yekê em jî mexdurîyeta ku li vê derê ye bê rakirin dixebitin.”

“Em ê alîkarîyên qirtasîyeyê ji zarokên xwe yên li vê derê re bighêjînin”

Kurtalanê ku diyar kir bi nêzhatina vebûna dibistanan ew ê dest bi xebatên belavkirina qirtasîyeyê jî bikin weha got, “Me derheqê vebûna dibistanan a di meha Îlonê de xebatên xwe da destpêkirin. Em ê ji zarokên xwe yên li vê derê re alîkarîyên qirtasîyeyê bighêjînin. Wek her demê ji bona hewcedarîya li vê derê bê bicîhanîtin lazimatîya me ji xêrxwazan re zêdetir heye. Em di vê alîyê de jî ji wan li hêvîya alîkarîyê ne. Bi îzna Xwedê em ê ji derheqê van lazimatîyan de di navbera xêrxwaz û mihtacan de wezîfeya pirê bibînin û wan lazimatîyan bi cîh bînin. Birayên me yên li vê derê jî bi dildarî şev û roj xebatên li vê derê dişopînin. Bi îzna Xwedê ew ê xebatên me bidomin. “ (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir