• DOLAR 32.268
  • EURO 34.723
  • ALTIN 2401.763
  • ...
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xan, di doza ku dihat darizandin de ji ber ku hûrgilîyên diyarîyên ku standibû negotîye sûcdar hat dîtin.

Dadgeha Îslamabadê, ji Xanê ku derheqê wî de qerara girtinê dabû re 3 sal cezaya hefsê da.

Sekreterê Giştî yê Partîya Hereketa Edaletê ya Pakistanê (PTI) Omer Eyup Xan, di daxuyanîya ku li ser medyaya xwe ya civakî belav kiribû de daxuyand ku Xan hatîye girtin.

Azam Nazîr Tararê Wezîrê Hiqûq û Edaleta Pakistanê jî di daxuyanîya ku ji berê ve kiribû de, destnîşan kiribû ku Îmran Xan ji bo 5 salan ji sîyasetê hatibû menkirin.

Li gorî qanûnên Pakistanê wezîran, serokwezîran, birokratan û rayedarên paye bilind a dewletê divê diyarîyên ku distînin mesulin ku  ji departmana bi navê “Toshakhana”yê re bibêjin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir