• DOLAR 32.262
  • EURO 35.017
  • ALTIN 2445.778
  • ...
Waryanta nû ya Covid-19ê dest belavbûnê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî Ajansa Ewlehîya Tenduristî ya Îngilistanê (UKHSA) waryanteke nû ya Covid-19ê li Îngilistanê belav dibe û ji niha ve di heft kesan de hat dîtin.

UKHSA, di serî de li Asyayê li hemû herêmên navneteweyî de ji ber weqayên ku zêde dibin wî bi waryanteke nû hesibandin.

Li welat pileyên Covid-19ê hefteya borî ji 4.403 weqayan sedî 3,7 vê hefteyê jî ji 4.396 weqayan jî ji 5,4an re bilind bûye.

Tedros Adhanom Ghebreyesusê Dîrektorê Giştî yê DSOyê, digel parastina ji enfeksîyonên berê û vaksînên însanan, dive ku welat tedbîran ji dest nehêle û weha axavtina xwe zêde kir, “DSO, ji mirovên ku rîskên wan zêde ne re tewsîye dike ku bira di cîhên qelebalix de maskeyên xwe bidin ber dev û pozên xwe, bira teqwîyeyan bistînin û di mekanên girtî de jî bira ji xwe re hewayê bistînin. Û bang li hikumetê jî dikin ku bira sîstema ji bo Covid-19ê hatîye çêkirin xera neke û bira bidomîne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir