• DOLAR 32.222
  • EURO 35.047
  • ALTIN 2514.039
  • ...
Ji PAKê ji HUDA PARê re peyama sersaxîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di peyamê de ji Şehîd Sacîdê ku di bûyerê de rehmet kiribû re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji Salîh Demîrê Serokê Bajarê ku birîndar bûbû re jî daxwazîya şîfayê hat kirin de, ji Cemaeta HUDA PARê re sersaxî hat şîyandin.

Di peyama PAKê de weha hat gotin:

“Di 22ê Tîrmehê a sala 2023yan de ji Serokatîya Bajarê Edeneyê yê Partîya Doza Azad(HUDA PAR)  re êrîşeke bi kêrê hat kirin  û di wê êrîşê de Serokê Bajarê Birêz Salîh Demîr birîdar bûye, Sekreterê Bajarê Birêz Sacît Pişgîn jî canê xwe ji dest da.

Hat daxuyandin ku tedawîya Salîh Demîrê Serokê Bajarê didome. Yekê ji şikdarên ku êrîşê kirîye jî ji teref polêsan ve hatîye binçavkirin.

Em vê êrîşê şermezar dikin. Divê failan bi lez û bez bên dîtin û bûyer jî di her alîyê de bê ronîkirin.

Ji Sacît Pîşgînê ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikin, ji malbat, hezkirî û hemû cemaeta HUDA PARê re jî sersaxîyê dişînin. Ji Birêz Salîh Demîr re jî şîfayê dixwazin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir