• DOLAR 32.219
  • EURO 34.728
  • ALTIN 2446.966
  • ...
Serokomar Erdogan, ji HUDA PARê re daxwaziya sersaxî û derbasîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê mijarê de li ser hesabê medyaya civakî ya HUDA PARê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşa ku hat kirin de Sekreterê me yê Edeneyê Sacît Pişgîn şehîd bû û Serokê Bajarê me Salih Demîr jî birîndar bû, bi Birêz Serokê me yê Giştî Zekeriya Yapicioglu re li ser telefonê sersaxî û daxwazîya derbasîyê kir."

Bûyer li Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê di derdora seat 17.40an de pêk hatibû.

Kesekî ket hundirê avahiya partiyê, dema ku nimêj dikirin êrîşî Serokê Bajarê Salîh Demîr û Sekreterê Bajarê Sacît Pişgîn kir.

Sacît Pişgîn ê ku di êrîşê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku hat rakirin şehîd bû. Hat diyarkirin ku tedawiya Demîr a li nexweşxaneyê berdewam dike.

Kesê bi navê A.S ê di sala 1951an de li Edeneyê hatîye dinyayê, der barê êrîşê de heta niha ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir