• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Serokwezîrê Iraqê Sûrîyê zîyaret dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, serdana Sûdanî ya Sûriyeyê li ser vexwendineke fermî ye. Tê plankirin ku di vê serdanê de mijarên hevkariya di navbera her du welatan de li ser karê hevbeş û dabînkirina ewlehî û aramiya navçê were gotûbêjkirin.

Ji sala 2011an vir ve ku şerê navxweyî dest pê kir, gelek welatan têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyê re qut kirin. Lê piştî ku Sûriye vegeriya nav Yekîtiya Ereban, gelek welatan ji nû ve dest bi têkiliyên bi rêveberiya Şamê re kirin. Armanca seredana Sûdanî ew e ku di vê heyama nû de di xurtkirina peywendiyên Iraq û Sûriyê de beşdar bibe.

Serdana Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ji bo Sûriyê wek gaveke girîng ji bo çespandina siyasetên li herêmê û zêdekirina hevkariyê tê dîtin. Encamên serdanê di warê aramî û ewlehiya herêmê de ji nêz ve tên şopandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir