• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji rejîma îşxalker ji Şêx Îkrîme Sabrî re qedexeya seyehatê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qedexeya ku ji teref îşxalkerên sîyonîst ve hat anîtin hat diyarkirin ku bi îddîaya “seyehatên xwe yên li derveyê Welat ji bo li dijî rejîma sîyonîst bi kar tîne.”

Di daxuyanîya ku ji teref biroya hiqûq a Şêx Îkrîme Sabrî ve hat dayîn de, weh hat gotin:

“Hêzên îstîxbarî a îşxalkeran, di seatên serê sibehê de tu diyarîyekî hiqûqî nekirin êrîşê mala Dr. Şêx Îkrîme Sabrî kirin û teblixekî ku ji bo wî 6 meh qedexeya derveyê hatîye dayîn dan. Rejîma îşxalker jî ev qerarê bi îddîaya seyeheta Şêx ji bo rejimê talûkeya ewlehîyê çêdike dane.”

Şêx Îkrîme Sabrî meha borî, li Urdin, Cezayîr, Tirkîye û Malezyayê zîyaretan kiribû.

Îşxalkerên ku li ser Şêx Îkrîme êrîşên xwe zêde dikin, salên berê jî ji wî re qedexeya seyehatê, lêpirsînan, dûrxistina ji Mescîdî Eqsayê û wek wan qeraran dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir