• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Mîdîbûs û wesayît li hev qelibîn: 1 mirî, 35 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li navçeya Uluborluyê pêk hat.

Mîdîbûsa ku di bin kontrola N.D. de bû û karkerên çandinîyê têde bûn, li Çarrêya Uluborluya ku li ser rêya Isparta-Efyonê ye, li wesayîta ku di bin kontrola S.I. de bû qelibî.

Bi tevî tesîra qezayê mîdîbûs li şerempolê gêr bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 jê giran 35 kesan jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku mîdîbûs, karkerên ku li gundê Îleydagiya Uluborlayê dixebitîyan dibir Burdurê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir