• DOLAR 32.207
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2521.468
  • ...
Ji Guterresê daxuyanîya Cenînê: Hemû çalakîyên şîddet û terorê a li dijî sivîlan şermezar dikim
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Guterres, di daxuyanîya xwe ya ku di avahîya NY a ku li New Yorkê ye kir de weha got, “Şermezaran, hemû şîddetên zêde di nav xwe de dihewîne û di vê rewşê de şîddeta ku zêde bikaranîtîye Îsraîl bûye.”

Guterres diyar kir ku êrîşa îşxalkerên sîyonîstan a ku li kampekî mezin li dijî sîvîlan bûyerên şîddetê a herî xerab nîşan dide, tesîra wê ya li ser sîvîlan gelek mezin e.

Guterrresê ku diyar kir, di êrîşê de nexweşxane, dibistan, binesazîya av û ceryanê jî zerarên mezin dîtine, bal kişand ku mirovên mihtac di gihandina alîkarîya tenduristîyê de jî tênê astengkirin.

Guterres weha got, “Ez carekî dinê jî ji Îsraîlê re bang dikim ku bira mesulîyetên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi cîh bîne û bi îtîdal be. Divê îsraîl, qeweteke normal bi kar bîne û jîyana însanan biparêze.”

Guterresê ku diyar kir di hereketên ewlehîyê de divê êrîşên asîmanî neyê bikar anîtin weha got, “Em bi tevî fêhmkirina pirsgirêka ewlehî ya Îsralê diyar dikin ku zêdekirina gelemşeyê ne çareserîyek e. Şîddet ji radîqaltîyê re û zêde rijandina xwînê re dibe sebeb.”

Sekreterê Giştî Guterres weha got, “Hemû çalakîyên şîddet û terorê a li dijî sivîlan şermezar dikim” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir