• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Serokatîya Bajarê Wanê yê HUDA PARê dikandarên ku zerarê dîtine tenê nehêşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Faruk Tasanê Alîkarê Serokê Bajêrê Wanê yê HUDA PARê û lijneya bi wî re, ji dikandarên ku di şewatê de dikanên wan zerarê dîtin re daxwazîya derbasîyê kir û got ku ji bo alîkarî bê kirin çi ji destê wan bê ew ê bikin.

Faruk Tasan di zîyaretê de ji çapemenîyê re axivî û weha got, “Em ji bona ku daxwazîyên xwe yên derbasîyê û xemgînîyan wan perve bikin li vê derê ne. Bi rastî jî facîayeke mezin heye. Li gorî îddîayên ku hevalên li vê derê dibêjin, gotinekî ku şewat ji ber xebata ekîbên VEDAŞê derketîye heye. Divê ku van şibheyan bên encamkirin. Divê ku mexdurîyetên dikandarên ku mexdur bûne bi lez û bez bên tunekirin. Dikandar, him ji ber ku nikarin bazirganîyê bikin zerarê dibînin him jî ji xwe ji ber van hilberînên xwe zerareke mezin dîtine. Hevalên ku wesayîtên wan jî şewitîne hene. Bi taybetî bireveberîyên mehellî di vê rewşê de bi lez û bez alîkarîyê ji dikandarên mexdur re bikin. Em ê şopînerê vê karê bin. Bi îzna Xwedê ji bona ku ev mexdurîyet jî bi giranî neyê hîskirin çi ji destê me were bixebitin. Ew ê ku piranî me tesellî dike jî di bûyerê de ziyana canî çênebûye ye. Em wek HUDA PARê îradeya xwe nîşan bidin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir